Weqfa Mafên Mirov a Tahir Elçi û Baroya Amedê, berî rûniştana Doza Tahir Elçi banga hevkariyê kirin. Sibe 12ê Çileya 2022an çaremîn rûniştina Doza Tahîr Elçî li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê kirin. Weqfa Mafên Mirov a Tahir Elçi û Baroya Amedê, berî rûniştana dozê bi daxuyaniyekê û diruşma “Divê kuştina Tahir Elçi bêceza nemîne” banga hevkariyê kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Parêzvanê mafên mirov û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, 28ê Mijdara 2015an dema ji ber zerar dîtina mînareya çar ling di şer de ya li navçeya Sûrê ya Amedê, dixwest ji bo parastina mîrata dîrokî û rawestandina şer civîna çapemeniyê saz bike, li ber Mînareya Çar Ling hat kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di dosyeya kuştina Tahir Elçi de ku lêpirsîna wê 4 sal û 6 mehan berdewam kir, derbarê 3 polîsên `bûne sedema kuştinê` û derbarê endamekî rêxistinê de jî `bi hewldana kuştina polîsekî` û `kuştina Tahir Elçi` doz hat vekirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha banga hevkariyê tê kirin: “Weqfa Mafên Mirov a Tahir Elçi û Baroya Amedê, ji bo kuştina Tahir Elçi bêceza nemîne, banga hevkarî û beşdarbûna rûniştina dozê dikin ku 12ê Çileya 2022an demjimêr 10 li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin."
Tahir Elçi kî ye?
Tahir Elçi di sala 1966an de li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ji dayik bûye. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina xwe li navçeya Cizîrê xwendine. Di sala 1991ê de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê qedand. Tahir Elçî, ji sala 1998 heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û sala 2012an wek Serokê Baroya Amedê hatibû hilbijartin. 28ê Mijdara 2015an li Amedê li ber Mînareya Çar Ling hat kuştin.
Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanên Ingilîzî, Almanî, Tirkî û Kurdî dizanîn. Tahir Elçi herwiha wek çalakvan û parazvanê mafên mirov dihat naskirin û çendîn xelat wergirtibûn.
Xelatên ku wergirtine:
Xelata Weqfa Demokrasiya Civakî (2015)
Xelata Weqfa Navnetewî a Hrant Dink (2016)
Xelata Odeya Pizîşkan a Amedê ya Demokrasî, Dostayetî û Aşitiyê (2016)
Xelata Konseya Baroyên Ewropa ya bi navê Xelata Mafên Mirov (2016)
Xelata Şaxa Stenbolê ya Mafên Mirov (2016)