Wergera berhemên helbestvanê ji Efrînê Husên Hebeş bi 35 zimanan hatiye kirin

.

Husên Hebeş di nav kesên ku li Almanyayê tevgera wêjeyî ya Kurdî dişopînin, navekî naskirî ye û pênûseke wî ya bihêz û hesteke wî ya Kurdane ya nazik heye.

Helbestvanê navdar ê Kurd ê ji Efrînê Husên Hebeş bû mêvanê Diyasporayê û qala jiyan û berhemên xwe kir.

Dê tenê bi Kurdî binivîse

Husên Hebeş ragihand ku biryar daye tenê bi zimanê Kurdî binivîse.

Helbestvanê navdar diyar kir ku destpêkê bi Erebî dinivîsî lê piştre biryar da tenê bi Kurdî binivîse, ji ber ku zimanê dayîkê ye.

“Berhemên min bi 35 zimanên cîhanê hatine wergerandin”

Husên Hebeş derbarê berhemên xwe de Husên Hebeş got:

“Li gel zêdebûna berhemên min, heta niha wergera berhemên min  bi 35 zimanên cîhanê hatine kirin û di zêdetirî 150 antolojiyên navneteweyî de hatine belavkirin."

Her wiha got, "Xelata Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Hersekê min wergirtiye ku berê nivîskarên navdar ên wekî Mehmûd Derwîş û Juan Goytisolo wergirtine."

Hebeş derbarê Efrînê kampanyayeke navneteweyî rêk xist û karî zêdetirî 10 hezar îmzeyên nivîskar û rewşenbîrên cîhanê ji bo piştgiriya bajarê xwe kom bike.

“Erkê min e ku ez êş û xweşiyên gelê xwe bigihînim”

Hebeş tekezî li ser wê yekê kir ku wekî helbestvanekî Kurd, ne tenê helbestvan e lê nûnerê gelê xwe ye jî û got, "Erkê min e ku ez êş û xweşiyên gelê xwe bigihînim."

Derbarê beşdariya wî di festîvalên navneteweyî de, Hebeş ragihand "Ez tenê bi wê mercê beşdariyê dikim ku navê min wek nivîskarekî Kurd û Kurdistanî were nivîsandin, ne wek nivîskarekî Sûriyeyî yan Tirkî.”

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Heyeteke PWKyê Li Brukselê Seredana Nûneratîya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser Kir
Efrîn - Erebên hawirde vedigerin, komelgeh vala dibin
Behadîn Şerm: Li dawiyê Sûriye perçe nabe û di bin yek birêvebiriyê de dimîne
Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir
Piştî rûxîna Esed komên çekdar ên Îraqê naxwazin Amerîka vekişe