Beriya ku mirov pêşerojê mêze bike divê paşeroj were nirxandin. Bi çewtî û kêmasiyan ve tu car pêşeroj nayê dîtin, heta mirov rastîyê nebîne nikare xwe angaje bike, tu car nikare ferqa di navbera rastî û çewtiyê de bibîne.
Bi vê mentalîtê ve pirsa şîrove kirin, pirsa munaqaşe kirin tu car mirov nagihîne armancê û nikare jî tu pirsegirêkan çareser bike. Xwestin û daxwazîya mirov zelal nînbe, hewildan û helwest jî mirov nabe derekê.
Ji xwe problema herî mezin ev e. Lê ev rewşa em tê dijîn jî, ji me ra nimûneyek e. Ji ber ku mirov heta kêmasî û xeletîyên xwe nebîne an jî qebûl neke û xwe ji bin tesîra dîtinên pûç, kevnare xilas nake, nikare pêşiya xwe bibîne. Di helwestên mirov de tu car guhertin çênabe, xeletî û şaşitî tim dubare dibin.
Helbet pêwîstiya hevgirtin û yekbûnê xwe daye ber derî, ji bo vê jî divê ji şaşitîyên berê dûr û lêgerînek xurt û pozîtîv were kirin ku mirov bikaribe yekîtîyan pêk bîne.
Yên ku nikaribin bi hevdu ra kar bikin, ya herî baş ew e li pêşîya mirovên bi rastî dixwazin kar bikin astengî neyê derxistin. Ev nexweşîya wek birînek reş li serê me bûye belayeke mezin. Ji ber wî ez dixwazim sê nimûne bidim.
1980 şûnda çend yekitî pêk hatin.
-Ji wana yek TEVGER bû. Cara ewil bû li bakurê Kurdistanê ji alîyê gelek rêxistinan ve yekîtiyek bi wî rengî dihat avakirin. Ev hêviyek bû, lê sedemên TEVGER bi ser neket, ew bû ku tu rêxistinek mesûliyeta xwe ne anî cih. Tew pêwîstî nedîtin ku daxwunîyek ji bo raya giştî bidin, çima belav bû.
-Yekîtîya Ala Rizgarî. Me xwest berîya yekîtîyên giştî, em werên ba hev û yekîtîya xwe çêbikin.
Armanc muhasebekirina paşerojê û ji bo pêşerojê bikaribin çi kar bidin pêşiya xwe, li gor rewş û şertan berpirsiyarî bigrin û tekoşinê bi rêxistinin din re bidomînîn. Ev wê demê ji bo yekîtîya tevgere kurd pêwîst bû.
Ji ber vê yekê me ”Platforma yekîtîya Ala Rizgarî” damezirand. Ev jî bû tecrûbeyek baş. Lê mixabin em bi ser neketin, her tişt di konferensa duyem de baş hat eşkerekirin ku ji bo em bi huv û du re kar nekin ji destê hinekî hevalan çi hat kirin û rola xwe ya negatîf jî baş leyîstin. Ji xwe ew hevalan dixwastin ji barê ser milên xwe xilas bibin. Û ji wan re bû firsetek.
Bi lez biryara yekîtîyê dan bi PDKê re, bi grûba ji Rizgarîyê veqetiyayî bûn re û bi gruba Bergehê re partîyek avabikin..
3. PDK-HEVGİRTİN.
Beriya her tiştî mirov bixwaze yekîtî bi serkeve, pêwîst e mirov bi dil bi can xebat dike ku xelk bawerîya xwe pêk bine. Ji bo vê yekê hêz û qeweta xwe seferber bike.
Dema hêrsa serkeftinê bi mirov re kêm be û seneta tekoşînê nizanibe, nikare biserkeve.
Gava mîrov armancek bide pêşîya xwe û bixwaze yekîtîya çêke, divê berîya her tiştî bîr û bawerîya mîrovan xwe bi xwe hebe. Bi kêmasiyê xwe ve dest kar û barê yekîtîyê kirin wek meşa li ser qeşayê be. Ew jî dibe destpêka helweşandinê.
Piranîya wan nedixwastin partîkî îlegal damezrînin, lê mixabin ew mîrovên li dij ilegaliteyê bûn, li meclisa partîya îlegal de cîh digirtin. Û helwestên wan eşkere bû, ku ji bo wan kesan berjewandîya doza milletê kurd bêtir, berjewendîya şexsî girîng bû. Çareserkirina doza miletek bindest, bi fedakarî, bi tekoşînek dilsozî dibe.
Bi tengnezarîya grûbî û bi meslehata kesayatî ve kes nikare maf û azadîya miletê bi dest bixe. Êdî wext e, em kurd ji tecrûbên xwe ya 40 salî sûd werbigirin û berpirsîyarîya xwe li hember milet û welatê xwe bi cî bînin.
PARTÎYA AZADÎYA KURDISTAN (PAK) HÊVÎYEK E.
Bi kurtasî û hêvî dikim Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK) wan tecrube û kêmasîyan bide ber çav, bi ehlaqek û siyasetek nuh bikaribe partî û rêxistinên Kurdistanî bîne cem hev û di meşa pîroz ya serxwebûna Kurdistanê de bibe alternatîv.
Ji xwe PAK ji bo sazkirina yekîtî û hêzeke hîn xurtir bangê herkesî dike. Ez bawer dikim û bawerîya min jî heye PAK partîkî nuh e. Wek siruştê ye. Siruşt ne tenê bi hêşînaya xwe ve, lê bi rengên xwe yê cûdan xweş e. Hebûn û serkeftin girêdayî me ye. Dem dema ideolojîya nîne. Her çiqas em cûde jî bifikirin, lê rêya li hevkirinê tim heye û em dikarin li ser bingehên esasî bi hevdu ra kar bikin.
Ji bona berjewendî ya Kurd û Kurdistan guh bidin banga PAK’ê.
Bi hêz û rengên xwe, destên xwe bidin hev û di bin banê rêxistineke netewî de bicivin û yek bin. Werin em bi hev du re ragirin barê giran!