Werzişvanê ji Rojavayê Kurdistanê bû şampiyonê cîhanê

.

Werzişvanê Kurd Ebdulqadir Hec Salihê ji Rojavayê Kurdistanê di laşciwaniyê de bû şampiyonê cîhanê

Li bajarê Sankt Poltenê yê Awisturyayê 2 şampiyoniyên laşciwaniyê hatin lidarixistin, yekem li ser asta wî welatî bû û ya duyem jî li ser asta cîhanê bû.

Ebdulqadir Hec Salihê ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê doh di şampiyoniya Awisturyayê de di giraniya 90 kîloyî de bûbû kesê duyem.

Ebdulqadir Hec Salih îro jî di pêşbirka laşciwaniyê ya cîhanê de bû yekem.

Werzişvanê Kurd Ebdulqadir Hec Salih ji Viyanaya paytexta Awisturyayê beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

“Ez vê sekeftinê diyarî xelkê Serê Kaniyê û dayikên şehîdan dikim”

Ebdulqadir Hec Salih li ser vê serkeftina xwe got, “Birayê Dilbixwîn ez spasiya te dikim û spasiya hemû miletê Kurd dikim.

Ez vi hêvî me dê miletê me yê Kurd tim di kêf û xweşiyê de be.

Ez vê serkeftinê diyarî hemû miletê Serê Kaniyê û dayikên şehîdan dikim û ez destên dayikên şehîdan maç dikim.”

Wezişvanê Kurd diyar kir wî di sala 2002yan de dest bi vê werzişê kiriye.

Li Sûriyeyê 3 caran û li Ukraynayê 4 caran bi ser ket

Herwiha Ebdulqadir da zanîn ku ew li Sûriyeyê 3 caran û li Ukraynayê jî 4 caran bi ser ketiye û wiha pê de çû:

"Wexte ku ez li Ukraynayê bi ser ketim min dixwest ku ez bibim mêvanê we da ku kafê miletê Kurd bihata û kêfxweş bibûna bi me re.

Ji ber ku îro wexta em bi ser dikevin kêfa hemû miletê me tê. Mirov dixwaze hemû bi hev re vê kêfa hanê bigihîne serî.”

Li aliyê din Ebdulqadir Hec Salih da zanîn ku wî 2018an dev ji werzişê berdaye û piştî şerê Ukraynayê dema ku çûye Awisturyayê dîsa dest bi vê werzişê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin