Werzişvanê Kurd ê bû yekemê Ewropayê piştgirî xwest

.

Werzişvanê Kurd ê ji Kirmaşanê Ferşad Girdkane beşdarî pêşbaziya cîhanî ya Jiu-Jitsuyê bû û di kêşa 94 kîloyî de li Ewropayê bû yekem û xelata xwe pêşkêşî gelê Rojavayê Kurdistanê kir.

Ferşad Girdkane berê du caran beşdarî vê pêşbaziyê bûbû lê nekarîbû medalyayê bistîne lê vê carê rasterast medalyaya zêrîn wergirt ku ev jî bû sedema şaşbûna rahênerên wî jî.

Pêşbaziya salane ya Jiu-Jitsuyê ku cureyeke sporê ye ji bo xweparastinê, li Lîzbona paytexta Portugalê hat lidarxistin û ji seranserê cîhanê werzişvan beşdarî vê pêşbaziyê dibin ku salê carekê tê lidarxistin.

Ferşad Girdkane piştî serkeftina xwe di pêşbaziyê de got:

"Ez bûm şampiyonê tevahiya Ewropayê û ev jî dîrokê ye ji bo Kurdistanê û ez vê medalyayê ji aliyê gelê Rojhilatê Kurdistanê ve pêşkêşî gelê Rojavayê Kurdistanê dikim."

Alaya Kurdistanê bilind kir

Wî di dema wergirtina xelatê de dema li ser sekoya yekem rawestiyabû, Alaya Kurdistanê bilind kir.

Ferşad Girdkane xelkê bajarê Kengawerê ye ku ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye û pênc sal in li Belcîkayê dijî.

Wî li bajarê Kengawerê jî werzişa zoreşvaniyê kiriye.

Ev pêşbazî bi navê IBJJF tê naskirin û mezintirîn pêşbazî ye di warê sporê  jiu-jitsuyê de.

Ew berê jî zêdetirî 10 caran di asta cîhanî, Ewropa û Belcîkayê de bûye şampiyon û her car di dema wergirtina xelatê de Alaya Kurdistanê bilind kiriye û xelata xwe pêşkêşî Kurd û Kurdistan û tevgera Jin Jiyan Azadiyê kiriye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin
MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin
Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî
Cengîz Çandar: Ocalan dibêje êdî pêwîstî bi çekan nîne
Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya şervaneke YPJyê îfade da