Wesayîta çekdaran pêl ciwanên Efrînê kir: 4 birîndar

.

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê li naveda bajêr wesayîteke leşkerî ya çekdaran pêl komek ciwan kir ku 4 kes birîndar bûn û rewşa yekî ji wan di xeterê de ye.

Hatiye ragihandin ku bûyer duşema borî rû daye û wesayîta çekdaran li bajarê Efrînê li ser rêya giştî ya Heleb-Efrînê li ciwanan xistiye.

Heman çavkanîyan diyar kiriye ku yek ji ciwanên birîndar ê bi navê Zeman Mihemed Seydo (18) li nexweşxaneyeke Efrînê di rewşa hişçûnê de ye û tenduristiya wî nebaş e.

Herwiha hatiye diyarkirin ku yek ji birîndaran nexweşxaneyê derketiye, lê  tevî yê rewşa wî giran 3 birîndar têne dermankirin.

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê çekdaran gef li malbatên ciwanên birîndar xwariye û ji wan re gotüiye, bûyerê tenê wekî qeza bizanin û ti agahiyên derbarê pêlkirinê de belav nekin.

Kurdistan Haberleri

Konferansa Stockholmê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
Mezlûm Ebdî spasiya Trump kir
Trump piştî soza rakirina cezayên li ser Sûriyeyê bi Şera re civiya
KURD-KAVê 26’emîn kongireya xwe ya asayî lidarxist
Îraqê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da