Wesîyeta Qazî Mihemed li gelê Kurd!

Îro salvegera damezrandina Komara Mehabadê ye. Tam 66 sal borîne di ser vê bûyerê re. Lê hê wekî ku duh qewimîbe zindî ye di heşê miletê Kurd de.

Navenda NûçeyanMehabad, bi hemî hêjayî û pîrozbûna xwe delala ber dilê her Kurdekî ye. Çi Kurdê ku hay ji vê destkeftî û rûmeta mezin çêbûbe, li ber ezemet û mezinahîya Pêşawa hejmetkar maye. Bûye heyran û dildarê bûka nazenîn Mehabada Kurd. 

Lê bextê Kurdistanê bi hibra reş hatibû nivîsandin li ser rûpelên dîroka bêyom...bextê felekê careke din rû badabû û gelê Kurd bi qedera xwe re rû bi rû mabûn... Dîsa tûşî gulleya qezayê hatibûn, bibûne amancê tîrê qederê, bayê felekê... hebûn-nebûna wan bi xwelî û li hewa li ba bû...Lê Kurd dîsa ji wê xwelîyê vejîyan û ew ala Pêşawa çikandibû dîsa hejandin li banê gerdûnê...

Hesret û daxwaza Xanî, piştî sê sed tiştek salî pêk dihat û kurê Mehabadê Barzanî ew al li asoyê felekê dihejîne...Sê ezîzên gelê Kurd û sê sembolên pîroz: Mehabad, Pêşawa, Barzanî...  

Mehabad: Bû hêlîna zindîbûn û nûvejînê... bû nîşan û şîara serhildan û serbilindîyê...

Pêşawa: Bû rêberê doza kurdayetîyê û şîarê serxwebûna dîn û welat... 

Barzanî: Bû şîara berxwedan û têkoşînê, îstîqrar û îstiqlalê, bawerî û serxwebûnê...

Em bi hemî hestên xwe yên îslamî û kurdistanî ji dil û can diqîrin: Hûn her bijîn seydayên hêja, hûn bijîn rêberên mezin, hûn bijîn ezîzên ber dila! 

Û tu her payidar bî di dilan de ey Mehabada pîroz!

*** 

Em bi munasebeta salvegera vê bûyera pîroz şehîd û rêberên xwe bi minnet û şukran bibîr tînin... Hêvîya me ji Yezdan ew e ku Mehabadên nû bi me bide dîtin û jîyandin... amîn.

Ev wesîyeta Qazî Mihemed a ku berî şehadeta xwe li gelê Kurd kirîye ji arşîvên resmî yên dewleta Îranê bi dest ketîye. Ev metnê wesîyetê careke din ji hêla me ve hatîye redaktekirin û em bi vê munasebetê careke din diweşînin. Rewşen) 

Wesîyet

Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan.

Ey gelê kurd û birayên min ên hêja!

Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî!

Va ye ez di gavên herî dawîn ên jîyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayîya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan. 

Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in. 

Sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgirîya gel a gişî ye.

Her gelê ku yekîtî û tebayîya wî nebe; ewê hertim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatîya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lêbelê yekîtîya yên ku xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê îdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdîya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin. 

Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev hev çavsor bikin û bi derew  û xapandinê we bînin beramberî hev.

Ji tevî  dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel’ûn, Xwedênena û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjîya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebûye û heye jî. 

Temaşa bikin, binêrin gelek zilamên we yên mezin, ji Smaîl Axayê Şikak bigire hetanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din xapandin, aram kirin,  xelq ji pişt wan vekirin û gelekî bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ku Xwedêgiravî daxwaza Eceman ya xêrê bi wan re heye û dê qencîyê bi wan bikin. Feqet ev kes xweş bawer kirine û bi sond û sozên Eceman hatine xapandin.  Lêbelê hetanî niha di dirêjîya dîrokê de kesî nedîtîye tenê carekê jî Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane Kurdan pêk anîbin. Tevde derew û xapandin bûye. Ca vaye ez wekî birayekî we yê biçûk, di rêya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin. Piştrast bin ger ecem hingiv bide we, dîyar e jar xistîyê. Bi sond û sozên derewên Eceman nexapin. Ger hezar carî jî dest li Qur’ana Pîroz bixin û soz bidin we, daxwaza wan tenê xapandina we ye, ji bo hîlekê li we bikin.

Va ye ez di demên dawî yên jîyana xwe de me. Ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mazin ez şîretê li we dikim ku ya ji destê min hat bi serî can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast; min ji we re xemsarî nekirîye. Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi Eceman nexapin û ji sond, destlêxistina Quranê û ehd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ku ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê, Pêxember, roja qîyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin. Li cem wan bi tenê ji ber ku hûn Kurd in, bila hûn Misilman jî bin, hun sûcdar û mehkûm in. Hûn ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xezayê qebûl dikin. 

Soza  min ne ew bû ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim. Min  pir caran jî paşeroj û şexsîyetên me yên mezin tefekkur dikir. Ên ku Eceman bi xapandin, sond, derew û hîle ew girtine û kuştine.

Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî min ji Eceman bawer nekirîye. Lêbelê berîya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdar ên Kurd û Faris, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku daxwaza xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birijê. Niha hûn bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin. Ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta cem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî. 

Şîret û wesîyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin. Ji ber ku tu tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe. Bixwînin, ji bo ku hûn ji karwanê gelan paşve nemînin û her xwendin çeka kujek a dijminan e.

Piştrast bin û bizanin ger tebayî, yekbûn û xwandina we baş be, hûnê pir baş bi ser dijminê xwe jî bikevin. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse. Hetanî hûn bigihîjin hêvî û meramên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me xwe di vê rêyê de gorî bikin. 

Piştrast im, piştî me pir kesên din jî her dê bi xapandin û durûtîyê ji holê werin rakirin.

Piştrast im ku pir kesên din dê piştî me jî bikevin xapandina Eceman de; dê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret. 

Wesîyeteke min a din jî ji we re ew e ku her çîyê we ji bo serfirazîya gel kir bixwazin ku arîkarê we gel be. Piştrast im ku dê Xwedayê mezin we serfiraz dike û dê arîkarîya we bike. Heye ku hûn bêjin; lê çima ez bi ser neketim?!

Di bersivê de dibêjim: Bi Xwedê kim, ez ser ketime! Çi nîmet û serketin ji wê yekê mezintir e ku va ye ez niha di rêya gel û welatê xwe de, serê xwe, malê xwe û canê xwe didim. Bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e. 

Xweşdivîyên min! Kurdistan mala her Kurdekî ye. Her wekî ku di malê de, endamên malê her kî çi karî dizane wî dispêrin wî. Îdî mafê tu kesî tune ku hesûdîyê jê bike. Kurdistan jî her ew mal e. Ger we zanî ku kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hûn keviran deynin ser rêya wî û çênabe ku dilê we ji ber ku berpirsyarîyên mezin di destê yekî ji we de hene biêşe. Ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rê ve bir, welê dîyar e jê dizane û berpirsîyarîyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piştrast be birayê te yê Kurd her ji dujminê dil bi kîn baştir e û ger berpirsîyarîyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin sêdarê de ranediwestîyam. Lewra çênabe hûn bi hev re temahkar bin. Ên ku fermanên me pêk neanîn, ne tenê ferman pêkneanîn, tam dijmintîya me kirin. Ji ber ku me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şîrîn de ne. Lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin sêdarê de me û vaye ez demên dawî yên jîyana xwe bi vê wesîyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyarîyên mezin di stûyê min de nebûna, ez jî dê niha di nava zarok û zêçên xwe de di xewa şîrîn de bûma. Ez niha ji bo piştî çûyîna xwe jî şîretê li we dikim, ew jî yek ji berpirsyarîyên di stûyê min de ye. Piştrast im ger yekî din ji we berpirsîyarîyên min bigirtana stûyê xwe, niha ewê li şûna min di bin sêdarê de bûya. Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyarîya di stûyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di rêya çakîyê de, min ev şîret li we kirin. Hêvîdar im ji niha pê ve hûn pendan jê wergirin û durist guhdarîya şîretên min bikin.

 Bi hêvîya Xwedayê mezin we bi ser dijminên we bixe.

 1.Bawerîya we bi Xwedê, bi tiştên ji cem Xwedê tên û hezkirina Xwedê û Pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêkanîna wezîfeyên dînî de xurt bin.

 2.Yekîtî û tebayîya di nava xwe de biparêzin. Karên neqenc li hember hev nekin û temah nebin. Bi taybetî jî di berpirsîyarîyê û xizmetê de.

3.Bi xwendin, zanist û pîleya zanyarîyê xwe bi pêş ve bibin. Ji bo dijmin we kêmtir bixapîne.

4.Ji dijminan bawer nekin. Bi taybetî jî dijminên ecem. Ji ber bi çend awa û rêyan Ecem dijminên we ne, dujminê gel û welat û dînê we ne. Dîrokê tesbît kirîye ku her daîm ji Kurdan aciz in. Bi kêmtirîn sûcî we dikujin û ji tu sûcên der heqê Kurdan de destê xwe nagirin.

5.Ji bo hin rojên jîyana bêqîmet a vê dinê, xwe nefiroşin dijminan. Ji ber dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

6.Îxanetê li hev nekin. Ne îxaneta sîyasî, ne gîyanî, nr malî û ne jî ya namûsî. Ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e. Îxanet li îxanetkar vedigere.

7.Ger yekî ji we bikaribe karên xwe bê îxanet pêk bîne, jê re arîkarîyê bikin. Ne ji ber temahî û bexîlîyê li dijî wî derkevin, yan jî Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên bîyanîyan.

8.Cihên ku min di wesîyetnameyê de ji mizgeft û nexweşxane û dibistanan re nivîsandîye, hûn tev daxwaz bikin ku pêk werin û mefa jê bigirin.

9.Hûn ji xebat û hewl û tekoşînê ranewestin. Ji bo mîna hemû gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin. Malê dinê ne tiştek e. Ger welatê we hebe û serbestîya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye. Hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem dê niştimanê we jî hebe.

10.Ez ne bawer im heqê Xwedê nebe û heqên din li ser min hebin. Lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştekî wî li cem min e, min malekî pir hiştîye, bila here ji warisên min bixwaze û wergire.

Hetanî hûn hev negirin, hûnê bi ser nekevin. Zilm û zorê li hev mekin. Ji ber ku Xwedê zalim pir zû ji holê radike û wî nebûdî dike. Ew soza Xwedê ya bê kêmasî û zêde ye. Zalim, têk diçe û nebûdî dibe. Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Hêvîdar im ku hûn van gotinan têxin guhê xwe û Xwedê li hemberî dijminan we bi ser bixe. Weke Se’dî kerem kirîye:

Muradê ma nesîhet bûd û guftîm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

Ango: Mirazê me şîret bû û me kir, me hûn spartin Xwedê û em çûn.

Xizmetkarê gel û welat

Qazi Mihemmed

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!