Wezaret: Hîna 81 zarok hene ku nasnameyên wan diyar nebûne

.

Di daxuyaniyê de Wezaretê gotiye ku nasnameyên 1830 zarokan diyar bûne û hîna 81 zarok hene ku nasnameyên wan diyar nebûne.

Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakê derbarê wan zarokan de daxuyaniyek weşandiye ku di erdhejê de mexdûr bûne. Li gorî vê daxuyaniya Wezaretê hîna 81 zarok hene ku nasnameyên wan diyar nebûne. Wezaretê ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê weşandiye.

Wezaretê diyar kiriye ku hezar û 911 zarok li herêmên erdhejê di bin kavilan de hatine derxisin û hezar û 543 ji wan radestî malbatên wan kirine.

Her weha 95 zarok piştî dermankirinê, di bin kontrola Wezaretê de e û dermankirina 273 zarokan dewam dike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku nasnameyên 1830 zarokan diyar bûne û hîna 81 zarok hene ku nasnameyên wan diyar nebûne. 

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin