Wezareta Derve ya Amerîka: Azerbaycan û Ermenistan Agirbestê Radigihînin

Wezareta Derve ya Amerîka: Azerbaycan û Ermenistan Agirbestê Radigihînin

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Azerbaycan û Ermenistan ser agirbesteke însanî li hev kirine.

Di daxuyanîya nivîskî de hat gotin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Stephen Biegun di 24’ê Cotmehê de bi wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê re axifîye û her du wezîran jî dîyar kiriye ku ewê li gor agirbesta ku wan di 10’ê Cotmehê de li Moskowê li ser li hev kiribû, tevbigerin.

Agirbesta însanî ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de dê di 26’ê Cotmehê de bi saeta herêmî di 08:00 de destpê bike.

Li gor daxuyanîyê, Amerîka bo çareserîya kêşeya Nagorno – Qarabaxê ya di navbera Azerbaycan û Ermensitanê de, bi endamên Koma Mînsk re jî danûstandin çêkirine û bo her du dewletan navbeynkarî kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Înê li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Ermenî û Azerî re ji hev cihê kom bûbû û dabû zanîn ku ewê bo rawestandina pevçûnên di navbera her du alîyan de hewildanên xwe yên dîplomatîk bidomînin.

Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û hin dewletên din yên navbeynkar her çiqas bang li Azerbaycan û Ermenistanê kiribûn ku pevçûnên xwe rawestînin jî alozîya di navbera her du dewletan de di dawîya hefteyê de jî dom kiribû.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne