Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva YPG û Tirkiyê da

.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price bersiva pirsa rojnamevanekî: “Gelo Kurd û YPG li Sûriyê hevalbend in yan jî weke ku Tirkiyê wan binav dike terorîst in?” da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsan û diyar kir, rewşa aloz a ewlehiyê ya Tirkiyeyê nayê înkarkirin û ji hemû hevpeymanên din ên NATOyê zêdetir rastî êrîşên terorê hatiye.

Price got, “Em dixwazin bi Tirkiyê re ji bo fikarên ewlehiyê bi hev re kar bikin. Em di wê baweriyê de ne, dema ku em têkoşîna xwe ya hevpar li Sûriyeyê didomînin, em dikarin bi Tirkiyeyê re ji bo van fikaran çareser bikin kar bikin. Ev jî ji bo wê yekê ye ku DAIŞ ne di rewşekê de ye ku were vejandin.”

Price eşkere kir, koalîsyona li dijî DAIŞê di van salên dawî de destkeftiyên girîng bi dest xistine û ew naxwazin van destkeftiyan bikeve xeterê û wenda bikin û got, "Helbet em ê di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re ji nêz ve bişêwirin. Em helwesta wan fêm dikin û teqdîr dikin. Haya me ji helwêsta wan heye û pêwîst e di kêşeyên hevbeş de bi Tirkiyê re hemahengî û hevkariya xwe ya nêzîk berdewam bikin.”

Price destnîşan kir, hevkarên Kurd li ser erdê hêmaneke girîng di hevpeymaniya dijî DAIŞê de ne û got, “Helbet komên terorîst hene ku gefê li Tirkiyê dixwin. PKK yek ji wan e. Em li ser wê vekirî bûn. Di dawiyê de, em dikarin ji bo çareserkirina fikarên ewlekariya rewa yên Tirkiyê bêyî ku çavê xwe ji armanca xwe ya hevpar wenda bikin, bixebitin. Ev yek ji bo wê yekê ye ku DAIŞ ne di rewşekê de ye ku careke din desthilatê bi dest bixe an xwe ji nû ve ava bike.”

Li ser bersiva Price, rojnamevan pirsa “Yanî Kurdên Sûriyê ne terorîst in, hevalbendên we ne?” got, ev gelemperîkirin e. "Ez behsa fikarên ewlehiyê yên taybetî dikim." Lê ez ji we re bêjim kî hevalbend e, Tirkiye hevalbend e. Em li bendê ne ku ji nêz ve bi Tirkiyeyê re li ser fikarên hevpar xebatên xwe bidomînin."

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike