Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em ji aloziyên li bakurê rojavayê Sûriyê dilgiran in

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, Washington ji zêdebûna aloziyan li Efrînê dilgiran e û bang li hemû aliyan dike ku şer rawestînin û ewlehî û parastina sivîlan deynin pêşiya xwe.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro Sêşemê ji di bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zale de got "Em ji aloziyên dawî yên li bakurrojavayê Sûriyeyê bi taybetî ji ber bandora wê ya li ser sivîlan bi fikar in."

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Efrînê di encama şer û pevçûnên xwînî yên di navbera Tehrîr El-Şam û Feyleqa sêyem a Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de, nêzîkî 60 kes, ku 10 ji wan sivîl in, hatin kuştin.

Patel bal kişand tekez kir û got “Desteya Tahrîr El Şam rêxistineke terorîst e û pêwîst e karê xwe yê tundutîjî li navçeyê rawestîne.”

Pirsa peyamnerê Rûdawê û bersiva Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel:

Rûdaw: Li ser Sûriyê, nêzî 5 sal berê Tirkiyê Efrîn ji destê hevkarê we HSDê derxist; Desteya Tehrîr El Şam ku weke rêxistineke terorîst tê binavkirin, niha bajar kontrol dike. Ma ev we nîgeran nake? Duyem, derbarê rewşa herêmê de ti gotûbêjên we ligel Tirkiyê hene?

Vedant Patel: Yekem; Ez dixwazim bibêjim ku Tirkiye li herêmê şirîkek girîng e û hevalbendek NATO ye; Ji ber vê yekê em li ser gelek mijaran bi wan re di têkiliyê de ne, lê di derbarê pirsa we de, bêguman em ji aloziyên vê dawiyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê, bi taybetî li ser bandora li ser sivîlan nîgeran in. Em bang li hemû aliyan dikin ku rageşiyê sist bikin û ewlekarî û parastina gelê Sûriyê deynin pêşiya xwe. Weke hûn jî dizanin, Desteya Tehrîrî El Şam wek rêxistineke terorîst hatiye binavkiri û divê dest ji çalakiyên xwe yên tundutîjî yên li herêmê berde.

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin