Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser sizadana 14 bankên Iraqî daxuyanî da

"Ji 19ê vê mehê ve 14 bankên Iraqî ji aliyê Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ve ji destgihiştina pencereya bazirganîkirina bi dirava biyanî ya Banka Navendî ya Iraqê hatine dûrxistin."

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24ê re eşkere kir, ji 19ê vê mehê ve 14 bankên Iraqî ji aliyê Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ve ji destgihiştina pencereya bazirganîkirina bi dirava biyanî ya Banka Navendî ya Iraqê hatine dûrxistin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva çend pirsên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washintonê de tekezî li ser wê yekê kir ku wan siza nedane wan 14 bankên Iraqê, lê ji 19ê Tîrmeha 2023an ve, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê 14 bank ji destgihiştina pencereya bazirganîkirina bi dirava biyanî ya Banka Navendî ya Iraqê dûr xistine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê bi hevbeşiya ligel Banka Federal a New Yorkê êdî bi awayekî rasterast yan nerasterast dolar û xizmetguzariyan pêşkêşî wan 14 bankên Iraqî nake.

Derbarê sedema vê yekê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ev siza hemû wan aliyan sînordar dike ku dixwazin dolarê Amerîkî spî bikin û sûdê ji wan pereyan werbigrin ku pereyên xelkê Iraqê ne û hewl didin, xwe ji sizayên Amerîkayê veşêrin bi rêya bikaranîna belgenameyên nerast.

Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku Washington û Bexda hevnêrîn in li ser wê yekê ku divê gendeliya di sektora bankî ya Iraqê de bi dawî bibe, ji bo vê mebestê jî çendîn sal in, Amerîka ji nêzîk ve ligel Banka Navendî ya Iraqê kar kiriye ji bo pêşvebirina şefafiyetê ji aliyê darayî ve, rêgirkirina li tawan û karakterên gendel ji destgihiştina sîstema bankî ya navdewletî û pabendkirina bankên Iraqê bi standardên navdewletî.

Di beşeke din a bersiva Wezareta Derve ya Amerîkayê de behsa wê yekê hat kirin ku wan hewlên hevbeş ên navbera Washington û Bexdayê, derfetên nû desteber kirine û hêsankarî kiriye di pêwendiya navbera bankên Iraqê û sîstema darayî ya cîhanî de.

Roja 19ê Tîrmeha 2023an, rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî di raportekê de diyar kir, Amerîka danûstandina bi dolar li 14 bankên Iraqî qedexe kiriye û di raportê de ji rayedarên îdareya Washingtonê hatiye veguhestin ku ew sizayên Wezareta Gencîne ya Amerîkayê û Banka Federal a li New Yorkê, di çarçoveya helmeteke giştgîr de ye ji bo rêgirtina li danûstandina dolaran ligel Îranê.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'