Wezareta Derve ya Iraqê daxwaz ji Tirkîyê dike hêzên xwe vekişîne

Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa artêşa Tirkîyê bi tundî şermezar dike û wê bi binpêkirina serwerîya Iraqê binav dike û daxwaza vekişandina wê hemû hêzên Tirkî ji xaka Iraqê dike.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Derve ya Iraqê îro di daxuyanîyekê ragihand, “Bi tundî dubare êrîşa hêzên Tirkîyê yên roja 17ê Hezîranê şermezar dikin, ku bi êrîşa di hundir sînorê Iraqê de, serwerîya Iraqê binpê kirîye”.

Wezareta Derve ya Iraqê dibêje: “Em bi yekcarî van binpêkirinên li dijî belge û yasayên navdewletî red dikin û tekez dikin, ku divê Tirkîye bombebaranên xwe rawestîne û hêzên xwe yên derbasî nava xaka Iraqê bûne û hêzên berê li serbazgeha Başîk û cihên din in vekişîne.”

Di daxuyanîyê de hatîye: “Hikûmeta Iraqê tekez dike ku Tirkîye sedema têkçûna ewlehîya navçeyên sînorî ye. Herwiha Tirkîye bi pêvajoya aştîyê ya di sala 2013an de bi PKKê re destpê kirîye, bû sedem ku gelek ji endamên PKKê bêyî razemendîya Iraq û bê şêwira pê re di hundir xaka Iraqê de bicih bibin, ku li ser wê jî me li Encûmena Asayişa Navdewletî gilî tomar kir.

Wezareta Derve ya Iraqê careke din bangî Balyozê Tirkîyê li Iraqê kir û yadaştnameyeke tund radestî wî kir, ta van karên îstifzazî û binpêkirinan rawestîne.

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê tekez dike, li gor destûra Iraqî, nabe xaka wê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran û gihandina zîyanê bi wan bikar bê.

Ev di demekê de ye, artêşa Tirkîyê operasyona “Pençe Piling” li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê ragihandîye û hêzên Komando derbasî navçeya Heftenînê kirine.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar ragihand, di çarçoveya operasyona “Cengê Piling” de, 500 pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin armanckirin.

Wezareta Derve ya Iraqê pêr jî bangî Balyozê Tirkîyê li Iraqê Fatih Yildiz kiribû û yadaştnameyeke nerazîbûnê radestî wî kiribû û daxwaz jê kiribû Tirkîye operasyonên serbazî yên takalî rawestîne.

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!