Wezareta Ewqafa Kurdistanê: Roja duşemê mizgeft vedibin

Nêzîkî du mehan e mizgeft ji ber Koronayê hatine girtin

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê dema vekirina mizgeftan dîyar kir.

Nêzîkî 2 meh in mizgeftên Herêma Kurdistanê di çarçoveya pilana hikûmetê ya rûbirbûna vîrusa Koronayê de hatine girtin. Lê bi destpêkirina meha Remezanê re daxwaza vekirina mizgeftan zêde bûye.

Ji ber wê jî wezareta ewqaf û karûbarên ayînî di daxuyanîyekê de ragihand, wan biryar dane roja 11 vê mehê mizgeftan vekin.

Wezareta ewqaf spasîya hikûmetê kirîye bo tedbîrên li hember Koronayê û bang li welatîyan jî kirîye dema diçin mizgeftan, heta ji destê wan tê şîretên tenduristîyê bicîh bînin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e