Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Qada dîplomasiyê jî di nav de em dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomînin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.
Matthew Miller amaje pê kir ku Amerîkayê êrişa Îranê ya li Hewlêrê şermezar kiriye û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî “hevkariya bi Herêma Kurdistanê re” dupat kiriye.
Pirsên Diyar Kurde û bersivên Matthew Miller bi vî awayî ne:
Rûdaw: Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin di êrişa Îranê de sivîl hatine hedefgirtin. Tevî zarokekê çar sivîlan canê xwe ji dest da. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin? Hûn piştgiriyê didin ku Îraq vê êrişê bibe Neteweyên Yekbûyî û giliyê Îranê bike?
Matthew Miller: Ez behsa pêngavên Îraqê nakim lê me çawa doh êrişên Îranê şermezar kiribin em îro jî van êrişan şermezar dikin.
Antony Blinken doh li Davosê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek kir.
Wezîr Blinken di vê hevdîtinê de hevkariya Amerîkayê ya bi Herêma Kurdistanê re dupat kir û da zanîn ku Amerîka êrişên Îranê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê şermezar dike.
Rûdaw: Hûn dibêjin we piştgiriya xwe ya ji Herêma Kurdistanê re nîşan daye. Mebesta we ya ji vê piştigiriyê çi ye? Hûn ji bo ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî van êrişên Îranê bibe piştigiriyê didinê û hûn piştgiriyeke çawa didin?
Matthew Miller: Qada dîplomasiyê jî di nav de em dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomînin. Ez ji vê zêdetir ti gavên me eşkere nakim.