Wezareta navxwe ya herêmê binpê kirin û îşkence kirina dema lêkolînên destpêkê de qedexe kir

Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê binpê kirin û îşkence di dema lêkolîna destpêkê ya rêveberîya nehiştina tewan qedexe dike û ragehand, di rewşek wisa de dê yên ku ev kirine bên ceza kirin.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê desteya mafê mirovan li herêma Kurdistanê Mihemed Gomeşînî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di heyama borî de desteya mafê mirov li ser vekirina çend dozan û bi nivîskî jî wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji ber binpê kirin û îşkencê di dema lêkolînên destpêkê de li rêveberîya nehiştina tewan agahdar kirîye.’’

Herwaha got: ‘’Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi nivîseke fermî her du rêveberîyên giştî yên polîsê herêm û rêveberîya tekoşîna tundîya dijî jinan agahdar kirîye ku pêwîste di dema lêkolînê de bingehên mafên mirov û yasa li berçav bên girtin û dûr li binpê kirin û îşkencê tevgerîn hebe.’’

Navborî got, ‘’Li gor nivîsa wezareta navxwe her kesekî binpê kirinê bike dê bê ceza kirin.’’

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e