Wezareta Pêşmerge piştrast kir: Pêşmergeyekî din ji aliyê PKKê ve hat şehîdkirin

.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê şehîdbûna Pêşmergeyekî din li nahiya Derkarê li Zaxo de belav kir û tê de daxwaz ji hevpeymanan û hikûmeta Iraqê kir, rola xwe bo rawestandina van êrîşan bilîzin.

Îro danê sibê li nêzîkî bajarê Zaxo pêşmergeyekî din ji aliyê PKKê ve hat şehîdkirin. Li ser vê mijarê, Wezareta Pêşmerge peyamek belav kir. Peyama Wezareta Pêşmerge wiha ye:

Îro demjimêr 07:30 li navçeya Şeranşê li nahiya Derkarê ya ser bi qezaya Zaxo ve, careke din di berdewamiya wan bûyerên nexwastî yên çend rojên borî de, Pêşmergeyekî bi navê Rezwan Mihemed Elî şehîd bû.

Di heyama sê rojên borî de, ev cara duyem e bûyera nexwastî ya ji vî awayî rû didin, em di Wezareta Pêşmerge de van kiryaran bi tundî şermezar dikin ku di berjewendiya dijminan neyarên gelê de ye.

Em bang li hemû hevpeymanan û Hikûmeta Iraqê dikin ku rola xwe ya aktîv û bi bandor di rawestandina van destdirêjiyan û parastina deverên sînorî yên Herêmê û ligel hêzên Pêşmerge de bigirin.

Divê hêzên PKKê ji wê têbigihin ku bi van kiryaran ti armancan pêk nayîne û tenê gelê me baca mezin dide. Hêzên Pêşmerge jî di asta berpirsiyariya xwe ya mezin di parastina bajar, gund, gelê Kurdistanê, destkeftên Hiikûmeta Herêmê, Parlemento û saziyan de dibin.

Wezareta Pêşmerge tekez dike ku parastina serweriya xaka Herêmê li pêşiya karê xwe ye û rê nade ti hêz û aliyan sînorên wê bixe metirsiyê, ji bo vê jî bi mafê xwe dizane ku bi hemû hêzên demokratîk û welatên dost re bibêje ku erkê Pêşmerge parastina aştî, azadî û derkirina terorîstên DAIŞ'ê ye ne şerekî nexwestî ye.

Sersaxî li malbat, kesûkar û hevserngerên şehîd Rezwan dikin û başbûna bilez jî ji birîndarên vê bûyerê re dixwazin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir