Wezareta Pêşmerge: Roja duyem a operasyona hêzên Pêşmerge li Kerkûkê birêve çû

.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, roja duyem a operasyona hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Qerehesen a ser bi parêzgeha Kerkûkê birêve çû.

Wezareta Pêşmerge do bi daxuyaniyekê da zanîn, îro danê sibê 14ê Îlona 2022yan, li Mîhwera Çar a Hêzên Pêşmerge, operasyona roja duyem li navçeya Qerehesen, li gundên Siyamend Sûr, Qişlax, Ferqan, Pelkan, Bizle û Şêx Cîrî berdewam bû.

Herwiha hat ragihandin, operasyon ji du aliyan ve destpê kir û heta şeş û nîv saetan berdewam bû ku tê de yekeyên ser bi Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge beşdar bûn.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn