Wezareta Pêşmerge yekîneyeka taybet jibo tedbîrên nexweşîya Koronayê pêk tîne

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, di nav wezaretê de yekîneyeka taybet jibo tedbîrên nexweşîya Koronayê pêk tîne.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê dezgeha rewşenbîrî û hişyarîya netewî ya Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê ji BasNewsê re got, Wezareta Pêşmerge dê yekîneyeka taybet bi nehîştina nexweşîya Koronayê pêk tîne.

Babekir Feqê her wiha got, ew yekîne ji alîyê pisporên hêzên hevpeyman ve tê perwerdekirin.

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, erka wê yekîneya Pêşmerge, paqijkirina tevahîya bingeh û baregehên Pêşmerge her wiha rêbendan e.

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!