Wezareta Tendirustiyê: 29 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê: 29 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro roja çarşemê 07.10.2020an derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ragihand 886 berketiyên nû hatine destnîşankirin û 29 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê facebookê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê belav kir û ragihand di 24 saetên dawî de 886 berketiyên nû yên nexweşiya Koronayê hatine destnîşankirin û 29 kes jî bi Koronayê mirine û 566 nexweşên Koronayê baş bûne.

Herwiha hatiye ragihandin ku ji wan 29 miriyan 2 kes ji Hewlêrê, 15 kes jê ji Silêmaniyê, 6 kes jê ji Duhokê, 2 kes jê ji Helebce, 2 kes ji Germiyan û kes jî ji Raperînê bûye.

Heta  niha li seranserî Herêma Kurdistanê 52 hezar û 756 kes bi Koronayê ketine û 33 hezar û 312 nexweş baş bûne. Herwiha 17 hezar û 538 nexweş jî tedawî dibin û 1.906 kes jî bi Koronayê mirine.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne