Wezareta Tendirustîyê: 6 kesên din tûşî Koronayê bûne

Wezareta Tendrustîya Herêma Kurdistanê îro roja sêşêmê 24.03.2020an bi daxuyanîyekê aşkere kir 6 haletên din ê tûşbûyîyên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan -  Wezareta Tendirustîyê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser facebookê bi daxuyanîyekê ragihand di berdewamîya pişkinînan de hatîye teşhîskirin ku 6 kesên din bi nexweşîya COVID-19 yanî vîrusa Koronayê ketne. Di nava wan de 2 zarokên yek salî zarokekî 9 salî û 3 jin zilamek heye.

Ligor amarên dawî yên Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistnê heta niha 91 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û 2 kes jî ji ber Koronayê mirine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e