Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro roja pêncşemê 09. 04.2020an daxuyanîyek belav kir û ragihand, hejmara tevaya tûşbûyan bi vîrusa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 311 kesan û di nav wan de 3 kes mirine û 135 kes jî başbûne û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê
Derbarê nexweşîya vîrusa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (6,819) hevwelatî bûn di 34 cihên cuda de. Niha tenê (1,533) hevwelatî di kerentînan de man e, (754) li Hewlêrê, (46) li Silêmanîyê, (646) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (22) li Raperîn û (8) jî li Koye. (5,286) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (56) Hevwelatî ne.
Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,295) pişkinîn hatin encamadan. (1.047) li Hewlêrê, (148) li Silêmanîyê û (100) jî li Duhokê.
Di encam de, (2) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
Li parêzgeha Hewlêrê: (1) Erênî, ku jineka temenên wan (38) salî ye, rûniştvaan gunbdê Kanî Genî ye û berketîya şînîyên taxa Karêzan in li bajrê Hewlêrê.
Li parêzgeha Helebçe: (1) erênî, ku xoretekê temen (20) salî ye, ku berketîyê tûşbûyên berê ye.
Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (311) kes in, di nav wan de, (3) haletên mirinê hene û (135) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.