Wezareta tenduristîyê kar û çalakîyên 33 şîrketên derman û pêwîstîyên bijîşkî ragirt

Wezareta tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê biryara daxistin û ragirtina kar û çalakîyên 33 şîrketên derman û pêwîstîyên bijîşkî da.

Navenda Nûçeyan- Wezareta tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê biryara daxistin û ragirtina kar û çalakîyên 33 şîrketên derman û pêwîstîyên bijîşkî da.

Îro 21.01.2020ê wezareta tenduristîyê bi daxuyanîyekî tora xwe ya fermî di facebookê de belav kir û ragehand: ‘’Piştî bi mehan xebata nûjen kirin û pêbendbûna şîrketan bi rênmayîyên wezareta tenduristîyê û agahdar kirina wan, wezareta tenduristîyê di duyem qonaxa çaksazîya di warê derman û pêwîstîyên bijîşkî de, ji ber pêbendnebûna bi rênmayîyan û pêwerên nû yên nûkirina molet û depoyan, biryar da 33 şîrketên derman û pêwîstîyên bijîşkî yên li herêma Kurdistanê, kar û çalakîyên wan ragire.’’

Herwaha hat gotin, ev biryare pişt girêdide bi biryarên serokatîya encûmena wezîran, bi taybet a derbarê çaksazî di warê derman û pêdivîyên bijîşkî û herwaha nivîsa serokatîya dozgerê giştî ve.

Heman daxuyanîyê de hat got: ‘’Ji bo berjewendîya giştî, wezareta tenduristîyê, Rêveberîya kalîte kontrola cureya derman û pêdivîyên bijîşkî, Sendîkaya Dermansazan, Sazîyên Tenduristîyê li sektora giştî û sektora taybet agahdar dike bi cîhanîna wan biryaran di roja derketina vê biryarê ve û bi piştevanîya vê biryarê ve nabe ti kar û çalakîyek li gel wan şîrketan bê kirin.’’

 

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e