Wezareta Tenduristîyê: Nexweşîya Korona derbasî Kurdistanê nebûye

Wezareta Tenduristîya Kurdistanê nûçeya hinek malper û çavkanîyan red kir ku dibêjin, vîrûsa “Korona” derbasî Başûrê Kurdistanê jî bûye.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristîya Kurdistanê bersiva wan malper û çavkanîyên medyayî da ku dibêjin, vîrûsa “Korona”, ya ku li Çînê bûye sebeba mirina herî kêm 80 kesan û li hinek welatên din jî belav bûye, derbasî Başûrê Kurdistanê jî bûye.

Di daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê de hatîye gotin ku ew nûçe û agahî derew in ji ber ku ew nexweşî derbasî Kurdistanê nebûye.

Wezareta Tenduristîyê ragihandîye, bila xelkê Kurdistanê piştrast bin ku heta niha ew nexweşî derbasî Kurdistanê nebûye û tedbîrên pêwîst jî hatine girtin û dezgehên tenduristîyê bi tundî çavdêrîyê dikin.

Wezareta Tenduristîyê bang li welatîyan jî kirîye, der heqê nexweşîya Koronayê de tenê guh bidin çavkanîyên Wezareta Tenduristîyê û rêxistina tenduristîya cîhanî (WHO).

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e