Madeleine Albright ku ji 1997 ta 2001ê Wezîra Derve ya Amerîkayê bû îro di 84 saliya xwe de koça dawî kir. Albright navbeynkariya PDK û YNKê kiribû.
Madeleine Albright ku yekem jin bû posta Wezîrtiya Derve ya Amerîkayê wergirt, heyamek bû bi nexweşiya pençeşêrê ketibû û îro di temenê xwe yê 84 saliyê de koça dawî kir.
Madeleine Albright, Îlona 1998an navbeynkariya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mam Celal û Serok Mesûd Barzanî kir ji bo bidawîkirina şerê navxwe û di encama wê navbeynkariyê de rêkeftinek pêk hat ku wek Rêkeftina Washingtonê tê naskirin û qonaxeke nû di peywendiyên PDK û YNKê de destpê kir.
Albright wê demê hişyarî jî dabû hikûmeta Iraqê ti destwerdanekê neke ku pirsgirêkan ji bo rêkeftina herdu partiyên Kurdî çêbike.
Madeleine Albright sala 1937an li Pragê jidayîk bû û sala 1948an koçberî Amerîkayê bû. Albright li Amerîkayê ket nav karûbarên siyasî û karî di siyaseta wî welatî de xwe bigihîne asteke bilind û sala 2012an medalyaya Azadî ji aliyê Serokê Amerîkayê ve bo wê hat pêşkêşkirin.
Albright sala 1993an di dema rêveberiya Bill Clinton de bû Balyoza Amerîkayê ya li Netewên Yekbûyî û di serdema duyem a Clinton de jî ji 1997an ta 2001an bû Wezîra Derve ya Amerîkayê.
Madeleine Albright di dema wezîrtiya derve de bi hewldan û handana xwe ya bo ku Amerîka destwerdanê di Kosovayê de bike, navdar bûbû û bombebarana NATOyê ya li Kosovayê jî wek `Şerê Albright` hatibû binavkirin.