Wezîra Holandayê piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Kurdistanê anî ziman

.

Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve ya Holandayê Liesje Schreinemacher piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî û da zanîn, ew weke hikûmeta Holandayê dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkar û hevaheng bin.

Liesje Schreinemacher eşkere kir: “Civîneke me ya baş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk hat, me qala hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Holandayê kir.”

Di berdewamiyê de Schreinemacher diyar kir: “Ji bo ku em bizanin çawa hevahengiyê bikin, me ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pêwendî û hewldanên rabirdû û plana siberojê gotûbêj kir.”

Herwiha Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve ya Holandayê got: “Yek ji wan mijarên ku me ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî qal kir, berfirehkirina aboriya Kurdistanê bû, ev jî tê wateya hebûna rola zêdetir a sektora taybet û xelk û ciwanên xwedî kar.”

Schreinemacher eşkere kir, yek ji wan warên ku Holanda tê de gelek pêş ketiye, sektora çandiniyê û birêvebirina çavkaniyên avê ye, ev jî yek ji wan kêşeyan e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kir çawa ligel Holandayê hevaheng û hevkar bin û çawa veberhênerên Holandî di van waran de bikarin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û da zanîn: “Em weke hikûmeta Holandayê dixwazin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û hevaheng bin.”

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn