Navenda Nûçeyan - Wezîrê bajarvanî û tûrîzma Herêma Kurdistanê, Sasan Ewnî ragihandîye, di pilana îsal ya wezareta bajarvanîyê de 35 pirojeyên mezin û stratejîk hene û bûdceya wan jî dê were terxankirin.
Sasan Ewnî her wiha daye zanîn, beşek ji wan pirojeyan, yên ava vexwarinê ne û gotîye, beşek ji wan jî yên çêkirina kolan, rêk û piran in.