Wezîrê Berevaniya Îsraîlê dev ji kar berda

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avîgdor Lîberman ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avîgdor Lîberman piştî civîna ku ligel rayedarên partiya xwe ya Îsraîl Mala Me (Yisrael Beiteinu) kir di civîna çapemeniyê da diyar kir ku dev ji kar berdaye.

 

Lîberman polîtîkayên li ser Xezeyê yên hikûmetê rexne kir û got, "(Agirbesta duh di navbera komên Filistînê û Îsraîlê de hat îlankirin) Agirbest tê wê wateyê ku hikûmeta Îsraîlê teslîmî terorîstan bûn.”

 

Lîberman got destûr dan ku 15 milyon dolarê ji Qeterê hat derbasî Xezeyê bibe û bi komên Filistînî re agirbest hat hat îlankirin ew dê li ber van tiştan bêdeng nemîne û wiha pê de çû: 

 

"Em ji aliyekî ve li Meclisê qanûnan derdixin ku pêşî lê bibirin da ku pere nekeve destê malbatên terorîstan û ji aliyê din ve pere didin van ku werin li sînorê me çalakiyan li dar bixin û piştgiriyê bidin kuştina leşkerên me."

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes