Wezîrê Derve yê Almanyayê gihîşt Tehranê

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas di berdewama sefera xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de îro gihêşt paytexta Îranê Tehranê.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas di berdewama sefera xwe ya ji bo rojhilata navîn de îro 10.06.2019ê geheşt paytexta Îranê Tehranê.

Li gor zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê  Heiko Maas dê vê serdana xwe ya ji bo Tehranê de dê li gel serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bicive û hin pirsên girêdayî her du welatan dê bên guftûgo kirin. Herwaha pirsa rêkeftina atomî û aloziyên vê dawiyê yên navbera Îran û Amerîkayê dê bên gotûbêj kirin.

Wezîrê derve yê Almanyayê berî serdana xwe ya ji bo Tehranê serdana welatên Iraq, Urdin û Îmaratê kir û li gel berpirsên payebilind ê wan welatan hevdîtin û guftûgo kirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes