Wezîrê Derve yê Misrê serdana Şamê kir

.

Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî piştî 10 salan cara yekem e serdana paytexta Sûriyê bajarê Şamê kir.

Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî îro Duşemê 27ê Sibata 2023an serdana Sûriyê kir ku piştî 10 salan cara yekemîn e wezîrê derve yê Misrê serdana Şamê dike.

Sam Şukrî li Balafirxaneya Şamê ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ve hat pêşwazîkirin.

Sameh Şukrî li Şamê ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya.

Feysel Miqdad got, Wezîrê Derve yê Misrê û Serokê Sûriyê behsa bandorên erdhejê û peywendiyên dîrokî yên Misir û Sûriyê kirine.

Şukrî jî diyar kir ku ew bi serdana Sûriyê kêfxweş e, wî nameyeke serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî gihandiye Beşar Esed.

Sîsî di peyama xwe de gotiye dostaniya pêwendiyeke dîrokî di navbera gelê Misrî û Sûrî de heye û ew dê alîkariya gelê Sûriyê bikin.

Wezîrê Derve yê Misrê di heman demê de got: “Heta niha me 1500 ton alîkarî pêşkêşî qurbaniyên erdhejê li Sûriyê kirine.”

Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî piştî serdana xwe ya Şamê çû Tirkiyê.

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin