Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mûelim îro serdana Moskowê kir û ligel wezîrê derve yê wî welatî Sergey Lavrov civîya.
Di civînê de Welîd Mûelim ragihand, ku Tirkîyê li Serkanîyê û Girêspî mal û mulkê xelkê didize.
Mûelim herwiha îdia kir, ku balafirên Amerîkayê bîrên wan ên petrolê bombebaran kirin û doh jî Îsraîlê êrîşî navendên wan li Şam û derdora wê kiribûn.
Wezîrê Derve yê Sûrîyê herwiha anî ziman, ku Amerîka, Îsraîl û Tirkîyê naxwazin ti çareserek ji rewşa Sûrîyê were dîtin.
Welîd Mûelim wiha axivî: “Ev dizî û dujminkarîya Tirkîyê bi hêza çekdar tê kirin, bi wateya çetegerîyê tê.
Ne tenê ev, Amerîka bi rêya hebûna xwe li navenda Tenif, bi balafirên bê pîlot, berî 4 rojan bîrên petrolê li Humsê bombebaran kir. Ev jî di demekê de ye ku demsala zivistanê ye û pêwîstî bi petrol û gazê heye. Duh jî Îsraîl bi rêya avêtina rokêtan li ser navendên me li Şam û derdora wê, êrîşek pêk anî.”
Di berdewamîya axaftina xwe de Mûelim ragihand: “Bi kurtî, komploya Amerîkî, Tirkî û Îsraîlê tevî hin welatên navçeyê li dijî Sûrîyê berdewam e, ew jî ji bo ku astengîyê li pêşîya hewlên me bo têkbirina terorê bi hevkarîya dostên me yên Yekîtîya Rûsyayê derdixe.”
Ji alîyê din ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî piştî civînê ragihand, eger tevahîya erda Sûrîyê vegere bin kontrola Şamê, mafên hemû pêkhateyên Sûrîyê yên netewî û olî bên garantîkirin.
Sergey Lavrov destnîşan kir ku rewşa Sûrîyê hêdî hêdî ber bi aramîyê ve diçe û divê civaka navdewletî ji rewşa li Sûrîyê re bibe alîkar û got: “Rûsya hemû hewlên xwe ji bo vegerandina serwerî û yekparçeyîya xaka Sûrîyê dide.”
Rûdaw