Wezîrê Derve yê Tirkiyê ligel Serokwezîrê Berê yê Sûriyê civiya

.

- Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Dohaya paytexta Qeterê ligel Serokwezîrê Berê yê Sûriyê civiya û pêşhateyên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Di çarçoveya amadekariyên sazkirina Pêncemîn Civîna Lijneya Bilind a Stratejîk a navbera Tirkiye û Qeterê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku niha li Dohayê ye, ligel Serokwezîrê Berê yê Sûriyê Riyaz Hicab civiya.

Derbarê civînê de, Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Me li Dohayê ligel Serokwezîrê Berê yê Sûriyê, pêşhateyên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin.”

Heta niha malpera fermî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê hûrgilî yan naveroka civîna Çavuşoglu û Hicab belav nekiriye.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e