Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê hat diyarkirin: Ji Hisîçayê ye

.

Eseed Hesen Şeybanî wekî Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta berwext a Sûriyeyê hat peywirdarkirin.

Fermandariya Operasyonên Leşkerî ya ku li Sûriyeyê desthilata Beşar Esed hilweşand ragihand ku Esaad Hesen Şeybanî wekî Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta berwext hat peywirdarkirin.

Şeybaniyê ku peywira Serokatiya Karên Siyasî ya îdareya sivîl a li Îdlibê bi rê ve dibir ji peywendiyên bi hikûmetên biyanî û nûnerên saziyan û xebatên saziyên Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî berpirsyar bû.

Eseed Hesen Şeybanî sala 1987an li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê û paşê bi malbata xwe re koçî Şamê kiriye.

Sala 2009an ji Zanîngeha Şamê ji beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî mezûn bû.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'