Wezîrê Navxwe yê Herêmê ligel rayedarên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê civiya

.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman ragihand, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Alîkara Sekreterê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bo Karûbarên Asayîşa Navdewletî, li ser mijara têkbirina DAIŞê civiyan.

Beyan Samî Ebdurehman li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand: “Hevdîtineke berhemdar û dostane di navbera Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Alîkara Sekreterê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bo Karûbarên Asayîşa Navdewletî Celeste Wallander de birêve çû.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Di civînê de têkbirina DAIŞê, girîngiya rêkeftina hevtêgihiştina navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Pêşmerge û herwiha bihêzkirina dostaniya navbera herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.”

Beyan Samî Ebdurehman dibêje: “Di civînê de Alîkara Cîgirê Sekreterê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rojhilata Navîn Dana Stroul amade bû.”

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin