Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya serdana xwe ya Diyarbekirê ya yekem pêk anî.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya serdana xwe ya Diyarbekirê ya yekem pêk anî. Wezîrê nû li Diyarbekirê serdana Parêzgariya Diyarbekir kir û paşê jî derbasî cem malbatên ku li ber deriyê HDPê di çalakiyê de ne, bû.
Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya pêşî serdana parzêgariya Diyarbekir kir û li vê derê ji aliyê Parêzgarê Diyarbekir Alî Îhsan Sû ve hat pêşwazîkirin û li parêzgeriyê civînek li darxistin û behsa xebatên piştî erdhejê hat kirin û zirarên welatiyan û qerebujirina wan hat nirxandin.
Alî Yerlîkaya piştî parêzgeriyê derbasî cem malbatên di çalakiyê de ne, bû. Malbatên ku li ber deriyê HDPê di çalakiyê de ne û zarokên xwe yên tevlî PKKê bûne ji HDPê dixwazin pêşwaziya Alî Yerlîkaya kirin.
Yerlîkaya ku serdana xwe ya Diyarbekirê ya yekem pêk anî, li vê derê jî civînek çapemeniyê li dar xist. Alî Yerlîkaya cejna qurbanê li malbatan pîroz kir û amaje kir ku di çalakiyê de her dem li gel wan bûne û dê wezaret jî wan tenê nehêle.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da zanîn ku wan ji bo 9 rojên betlaneya Cejna Qurbanê li tevahiya Tirkiyê 293 hezar û 998 xebatkar peywirdar kirine.
K24