Navenda Nûçeyan - Wezîrê nefta Iraqê ragihand, belavbûna Koronayê ti bandoreka negatîf li ser hinartina neftê nekirîye.
Wezîrê nefta Iraqê, Samir Xezban ji rojnameya Iraqî ya Sebah re gotîye, xebatên derxistina neftê li seranserî Iraqê didomin.
Samir Xezban her wiha gotîye, belavbûna vîrusa Koronayê li cîhanê, ti bandoreka xirab li ser hinartin û firotina nefta Iraqê nekirîye.