Wezîrê Parastinê yê Almanyayê hat Hewlêrê

.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius hat Hewlêrê û civîna wî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir.

Boris Pistorius piştî Urdinê derbasî Bexdayê bû û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabît Ebasî re hevdîtin kirin.

Ofîsa Serokwezîriya Îraqê da zanîn ku wan mijarên wekî  rûdanên li Sûriyeyê û rewşa Rojhilata Navîn nirxandine.

Di civînan de rola welatên Ewropayê ya ji bo “Dabînkirina aramî û serweriya Sûriyeyê” jî hat gotûbêjkirin.

Boris Pistorius amaje pê kir ku ew dixwazin pêwendiyên Îraq û Almanyayê ne tenê di qada leşkerî de bimînin û berfirehtir bibin.

Hat Hewlêrê

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius îro hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Divê were gotin ku 500 leşkerên Almanyayê li Îraq û Herêma Kurdistanê ne û Almanya di têkoşîna bi DAIŞê re xwediyê roleke girîng e.

Almanya di mijara reformên Pêşmergeyan û yekkirina hêzên Pêşmergeyan de jî xwedîrol e.

Almanyayê dema şerê DAIŞê li Hewlêrê ji bo Pêşmergeyan nexweşxaneyek ava kir û da ku Pêşmergeyên birîndar werin dermankirin.

Her wiha hinek çekên giran jî dan Pêşmergeyan da ku di şerê DAIŞê de bi kar bînin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'