Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan civaknas Îsmaîl Beşîkçî vexwende Helebceyê

.

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Herêma Kurdistanê Hemey Hemeseîd di pêwendiyeke telefonî de kesayetê navdar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî vexwende bajarê Helebceyê.

Hemey Hemeseîd di pêwendiya telefonî de rewşa tendirustiya Îsmaîl Beşîkçî pirsî û pesnê xizmetên wî yên nemir ên ji bo nasandina jiyana siyasî û dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê da.

Hemeseîd di pêwendiyê de Îsmaîl Beşîkçî vexwende Helebceyê, da ku serdana parêzgehê bike û ji nêz ve monumênta Helebceyê, navendên huner û rewşenbîriyê bibîne û serdana siruşta ciwan a Hewramanê bike.

Li hember vê vexwendinê, Îsmaîl Beşîkçî tevî spasiyê, kêfxweşiya xwe ji bo vexwendinê nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku di derfeteke herî nêz de vê serdanê pêk bîne.

Kurdistan Haberleri

Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe
Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin