Wezîrê tenduristîyê hemwelatî hişyar kirin

Wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê rênmayîyên tenduristîyê de hemweltî hişyar kirin.

Navenda Nûçeyan - Îro 18.06.2020ê wezîrê tenduristîyê Dr. Saman Berzincî di tora xwe ya civakî facebookê de hemwelatî hişyar kirin û nivîsand: ‘’Li berçav negirtina vîrusa koronayê û pêbend nebûna bi rênmayîyên tenduristîyê û sist kirina tedbîrên xweparastinê metirsîyekî herî mezin e.’’

Herwaha got: ‘’Li berçav negirtina koronayê û pêbend nebûna bi rênmayîyên tenduristîyê, destpêkeke bo pêşbînî kirina pêşketina pêketina bi sedan hemwelatî û zêdebûna rêjeya mirina bi dehan hemwelatîyan di rojekî de ye.’’

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!