Wezîrên Derve yên 5 welatan li dijî Tirkîyê wê bicivin

Wezîrê Derve yên Misir, Qibris, Yûnanistan, Îtalya, Fransayê beramber hengawên Tirkîyên yên li Lîbyayê wê bicivin.

Biryare roja çarçemê 08-01-2020an li paytexta Misirê li Qahîreyê wezîrên derve yên welatên Misir, Qibris, Yûnanîstan, Îtalya û Fransayê bicivin.

Piştî daxuyanîya Serokkomarê Tirkîyî Recep Tayyîp Erdogan derbarê şandina leşkeran bo Lîbyayê wezîrên derve yên van welatan biryar dan derbarên babetên li jêr li hev bicivin û gotûbêjan bikin.

Di civîna 5 wezîrên derve yên van welatan da dihête çaverêkirin ev babet bihêne gotûbêjkirin:

- Rewşa Rojhilata Navîn

- Rewşa Lîbyayê

- Çareserîya pirsa Lîbyay

-Ew rûdanên rewşa Lîbyayê aloz dikin

Tirkîyê bi armanca piştevanîya hikûmeta Terablusê ku Fayiz Serrac serokatîya wê dike roja 02-01-2020an da biryara şandina leşkeran bo Lîbyayê stand. Hikûmeta Terablûsê Fayiz Serrac berîya bi denekê serdana Tirkîyê kiribû û ligel Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan civîyabû.

Li alîyê din welatên weke Erebîstana Siûdî, Îmarat, Mîsir û Bahreyn jî piştevanîya Xelîfe Hafter dikin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e