WHO 30 ton alîkarî şand Qamişlo

Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) 30 ton alîkarîyên bijîşkî gihandin bajarê Qamişlo.

Navenda Nûçeyan - Nûnera Rêxistina Tenduristîya Cîhanê li Sûrîyê li ser twittera xwe belav kir, îro 30 ton alîkarîyên bijîşkî gihandin bajarê Qamişlo, ku ev yekemîn bar e ji heyama 2 salan ve digihînin wî bajarî.

Dîyar kir, ev alîkarî ji pêwîstîyên tenduristî û bijîşkî pêk tên, ji bo xizmeta xelkê wê navçeyê hatîye şandin.

Berî demekê jî Rêxistina Tenduristîya Cîhanê belav kiribû ku 20 ton alîkarîyên bijîşkî şandibûn Qamişlo, lê berpirsên Rêveberîya Xweser tekez kirin, ew alîkarî negihîştin wan û ketine destê rêjîma Sûrîyê.

Pêştir jî Hevserokê Desteya Tenduristîyê ya Cizîrê Dr. Menal Mihemed ji K24ê re tekez kiribû, heta niha Rêxistina Tenduristîya Cîhanê ti alîkarî ji wan pêşkêş nekirin û tenê Herêma Kurdistanê alîkarî ji wan re şandine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e