WHO Bang li Dewletan Dike ku Dijî Vîrusa Korona Hazirîyên Xwe Bikin

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li dewletan kir ku dijî belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 hazirîyên xwe bikin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li dewletan kir ku dijî belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 hazirîyên xwe bikin.

Serokê Koma Covid-19 Bruce Aylward dîyar kir ku karbidestên dewletan divê dijî belavbûna vîrusê bi awayekî çapik tevbigerin.

Aylward da zanîn ku divê li nexweşxaneyan cîh û navendên çavdêrîyê hazir bin.

Li gor daneyên WHO, Covid-19 heta niha ketîye canê pirtir ji 77000 kesan û pirtir ji 2600 kes kuştine.

Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e