WHO: Metirsîya Koronayê berdewam dike

Rêxistina Tenduristîya Cîhanî (WHO) ragehand, heger welatên cîhanê pabendên rêkarên xwe parêzîyê nebin heya dihêt metrisîyên vîrusa Koronayê zêdtir dibin.

Di kongireyeka rojnamevanî de, Rêveberê Giştî yê Tenduristîya Cîhanê Tedaros Edhanum got: Dixwazim bi aşkereyî bêjim, gelek welat bi arasteyeka şaş diçin, heya niha vîrusa Koronayê dijminê yeke û herî li pêş a cîhanêyê ye.

Herwiha Tedaros Edhanum, tekez jî kir, heger welatên cîhanê pabendên rêkarên bingehîyên xweparêzîyê nebin, ewa çaverê me dike ji xirb ber bi xirabtir diçe û nabe bi vî awayî berdewam be.

Li gor dawî amara Koronayê heta niha haletên berketina bi vîrusa Koronayê ji 13 milyon kesan derbas kirîye û zêdetir ji nîv milyon kes jî bi sedema wê nexweşîyê canên xwe ji dest dane.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e