WHO: Qonaxa herî xirab a şewba vîrusa korona hîn maye

Serokê Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ser vîrusa korona careke din hişyarî da.

Navenda Nûçeyan - Ghebreyesus dîyar kir ku di şewba vîrusa korona de hîn qonaxa xirab destpê nekirîye.


Ghebreyesus got: ‘’Bi me bawer bikin. Ya herî xirab hîn nehatîye. Werin em rê li ber vê trajedîyê bigirin. Hîn gelek kesan ew trajedîya fam nekirîye.’’

 

Serokê WHOyê bi bîr xist ku di sala 1918an de ji ber grîba Îspanyol 100 mîlyon kes mirine û dîyar kir ku ew ji serî de bo vîrusa korona hişyarî didin.


Vîrusa korona li seranserê cîhanê bêhtir ji 2,400,000 kes berketine û bi qasî 170,000 kes kuştine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e