Rêveberê Programa Hawarçûnê yê li Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO) Mike Ryan ragihand; îhtimala wê yekê li holê ye ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, jiyan asayî bibe.
Duh pêncşemê, Mike Ryan ji kanaleke Îrlandî re axivî û diyar kir ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, dibe ku jiyan asayî bibe.
Mike Ryan destnîşan kir ku tevî asayîbûna jiyanê, divê xweparastin zêdetir li ber çavan were girtin û rêkarên tendirustiyê werin cîbicîkirin û xelk xwe ji qerebalixê dûr bixin.
Herwiha Ryan eşkere kiriye ku derketina derziya li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19), wateya wê yekê nade ku belavbûna vîrûsê bi dawî dibe, lê derfet dide me ku em li hember bandora vîrûsê, bi ser bikevin.