WHO Ser Sistkirina Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Hişyarî Kir

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona hişyarî kir.

Navenda Nûçeyan - Serokê WHO Adhanom Ghebreyesus dîyar ku divê dewletê cîhanê gava tedbîran sist dikin pir bi baldarî tevbigerin.

‘’Ger dewlet ser sistkirina tedbîran bi baldarî tevnegerin ewê jinûve karantînayên berfireh çêkin’’ Ghebreyesus got.

Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 3,700,000 kes bi vîrusa korona ketine û 261,517 kes bi wê mirine.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e