WHO: Welat hevkariya hev nekin Corona dê 2 milyon kes bikuje

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî hişyariyê dide, eger welatên cîhanê bi hevre kar nekin ji bo rûbirûbûna Coronayê, zêdetir ji 2 milyon kes dê bi wê vîrusê bimirin.

Di demekê de ku hejmara wan kesên bi Corona canê xwe ji dest dane ji milyonek kes nêzîk dibe, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) jî hişyariyê li dide.

Li gor Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ne dûr e ku hejmara kesên bi Coronayê canê xwe ji dest dane bigihije zêdetir ji du milyon kes, eger welatên cîhanê û xelk bi hev re kar nekin ji bo rûbirûbûna vê vîrusê.

Rêveberê Beşa Hawarçûnê li WHO Michael Ryan dibêje, milyonek kes hejmareke xirab e û “pêwîst e em lê bifikirin berî ku milyoneke din zêde bibe.”

Dr. Michael Ryan dibêje, eger cîhan amadekariyan neke, wê hejmara miriyên Corona bigihe zêdetir ji du milyonan.

Heta niha li seranserê cîhanê, zêdetir ji 32 milyon û 644 hezar kes bi Corona ketine, 990 hezar û 700 kes jî bi Coronayê mirine.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye