WHOyê derbarê Koronayê de vîdeoyek bi Kurdî belav kir

Rêxistina Tendirustîya Cîhanî vîdeoya ku bi mebesta xweparastina ji vîrusa Koronayê hatîye amadekirin, bi zimanê Kurdî jî belav kir.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Tendirustîya Cîhanî (WHO) vîdeoyek derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de(Covid-19) amade kirîye.

Ew vîdoya Rêxistina Tendirustîya Cîhanî ku tê de tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê tên vegotin, bi zimanê Kurdî (Kurmancî) jî hat belavkirin.

Di wê vîdeoyê de, bersiva pirsa, ‘Vîrus çawa belav dibe û em dê xwe çawa biparêzin?’ tê bersivandin.

Vîrusa Koronayê ku li Çînê serî hilda û li seranserê cîhanê jî bi lez belav bû, heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 5 hezar kesan.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e