Xala leşkerîya Tirkîyê kete bin dorpêça artêşa Sûri

Li gor ajansa fermî ya dewleta Sûrîyê SANA, şeva bihorî hêzên hikûmeta Sûrîyê di berdewamîya êrîşên xwe yên bo ser Idlibê de bajarokê Til Minis li rojhilatê bajarê Mieret el-Noman kontrol kirine.

Navenda Nûçeyan- Artêşa hikûmeta Sûrîyê li sînorê parêzgeha Idlibê berdewam e li ser pêşkevtinên xwe yên serbazî û herî dawî bajarokê Til Minis li rojhilatê bajarê Mieret el-Noman kontrol kir, bi vê yekê jî xala çavdêrîya artêşa Tirkîyê li vê navçeyê bi temamî ji hemû alîyan ve kete bin dorpêça hêzên Sûrîyê.

Li gor ajansa fermî ya dewleta Sûrîyê SANA, şeva bihorî hêzên hikûmeta Sûrîyê di berdewamîya êrîşên xwe yên bo ser Idlibê de bajarokê Til Minis li rojhilatê bajarê Mieret el-Noman kontrol kirine.

SANA dîyar kirîye, ku niha hêzên artêşa hikûmeta navendî ya Sûrîyê tenê 4 kîlometreyan ji Mieret el-Noman dûr in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ku baregeha wê ya li Londonê ye, pêşkevtinên artêşa Sûrîyê li Idlibê û kontrolkirina Til Minis ji alîyê wan hêzan ve piştrast kirîye û daye xuyakirin, ji bilî Til Minis, hêzên hikûmeta Sûrîyê hejmarek gund û bajarokên din jî li navçeyê kontrol kirine û ji rîya navdewletî M5 nêzîk bûne.

SOHR herwiha destnîşan kirîye, piştî pêşketina hêzên hikûmeta Sûrîyê û kontrolkirina hejmarek gund û bajarokên di navbera bajrokên Cercenaz û Surmanê de, xala 8ê ya çavdêrîya serbazî ya Tirkîyê li gundê Surman bi temamî hatîye dorpêçkirin.

Tirkîyê di çarçoveya rêkeftina Soçî ya bi Rûsyayê re, li sînorê parêzgeha Idlibê û rojhilatê Helebê, 12 xalên çavdêrîya serbazî li herêmê danîne.

Bi dorpêçkirina vê xala çavdêrîya serbazî re, hejmara xalên çavdêrîya serbazî ya Tirkîyê ku di encama pêşketinên leşkerî yên hêzên hikûmeta Sûrîyê de ketine bin dorpêçê, gihîşte 2 xalan.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!