Xamineyî sernixûniya rêjîma Esed xiste ustê Amerîka û Îsraîl û Turkiyê

.

Elî Xamineyî ku bi sernixûniya rêjîma Beşera Esed gelek xudûk û zelûle, roja Çwarşemiyê got: Bêguma eva li Sûriyê de qewimî, berhema nexşê Amerîka û Îsraîl bûye.

Xamineyî bê evê ku nave Turkiyê jî bîne got welatekî cîran jî li cîbicîkirina wî nexşeyî de rol hebûye. 

Di rojên destpêka sernixûniya rêjîma Bişar Esed ji aliyên hêzên opozîsyonê ve û girtina balyozxana rêjîma Îranê li Sûriyê de xwe mat kiribûn, tine Wezîrê derve gotibû ku artêşa Sûriyê hate xafigîrkirin, û berdevka dewta rêjîmê jî gotibû rêjîma Sûriyê guh neda xelkê û gel wan nekevte gotubêjê, ber hindê senixûn bû.

Xamineyî gef xwarin ku bereya muqawimet bi sernixûniya rêjîma Sûriyê lawaz nabe û dê bihêztir be jî.

Herwisa gef ji xelkê welat xwarin ku pirûpagenda bi dijî rêjîmê dive bê bersiv nemîne û heçî kesê cehdê bike li nav xwe ye welat de dijî rêjîmê û siyasetên wê qise bike, dive bi tundî bê sizadanê.

Li bersiva axivtina Xamineyî Yîsraîl Katêz wezîrê berevaniya Îsraîl got: Rêjîma Îranê hebxwe berpirsê sernixûniya hevpeymanê xwe ye.

Netenyahu jî got: Sernixûniya rêjîma Esed serkevtinekî girîng bû li hember rêjîma Îranê û Hizbulahê ku bi hevre sinûrên Îsraîl bi çek û cebirxane û terror û ajawê û madên hişber ne ewleh kiribûn.

Li serûsîma û axivtina xamineyî re gelek baş xûya bû ku çiqas ditirse û dora wî û rêjîma wî jî nêzîk bûye û baskên wê wek Hemas, Hizbulah, Beşar esed yê dû yêkê ji nav çon û bêhna sernixûniyê geheştiye ber derê wî jî.

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da